Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazekê arasteyî civaka navdewletî dike

“Em ji aliyên pêwendîdar ên Iraq û civaka navdewletî daxwaz dikin ku ji bo rêgirtina li dubarebûna van êrîşan, hewl û pêngavên cidî biavêjin."

Hewlêr (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrîşa terorîstî ya ser rêya Hewlêr – Pîrmam şermezar kir.

Di peyamê de hatiye diyarkirin: “Em ji aliyên pêwendîdar ên Iraq û civaka navdewletî daxwaz dikin ku ji bo rêgirtina li dubarebûna van êrîşan, hewl û pêngavên cidî biavêjin, ku ev jî bandoreke mezin li ser seqamgîriya navçeyê bi awayekî giştî dike.”

Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Em bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikin, ku şeva çarşemê 8ê Hezîrana 2022yan bi droneke bombekirî bi ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de hat kirin û ji ber wê çend welatiyên sivîl birîndar bûn û çend otomobîlan jî zirar dîtin.

Em li Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne, ku dubarebûna vê kirdeya terorîstî zirar dide seqamgîriya asayîş û rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û xizmeta dijminên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê weke hemû carekê piştgiriya wê yekê dike, ku hevahengî û hevkariya navbera dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê zêdetir were tundkirin bi mebesta dîtina wan kes û aliyên ku destê wan di êrîşên van cûreyan de heye, herwiha em ji aliyên pêwendîdar ên Iraq û civaka navdewletî daxwaz dikin ku ji bo rêgirtina li dubarebûna van êrîşan, hewl û pêngavên cidî biavêjin, ku ev jî bandoreke mezin li ser seqamgîriya navçeyê bi awayekî giştî dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

9ê Hezîrana 2022yan