Li Başîkê bi mûşekan êrîşî serbazgeha Tirkiyê hat kirin

Êrîş bi rêya 4 mûşeyên Grad 122 hatine encamdan.

Hewlêr (K24) – Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, demeke beriya niha, bi mûşekan êrîşî serbazgeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê ya li sînorê Başîkê hat kirin.

Nûçegihanê me eşkere kir, êrîş bi rêya 4 mûşeyên Grad 122 hatine encamdan.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, ji wan mûşekan ti mûşek li serbazgehê neketine û her çar jî li derdora baregehê, li nêzîkî gundê Gulîkan ketine xwarê û ti ziyaneke canî û maddî çênebûne.