Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 3 kes hatin kuştin
Li eyaleta Maryland a Amerîkayê di cîhekî hilberînê de êrîşek pêk hat û di êrîşê de 3 kes hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li eyaleta Maryland a Amerîkayê di cîhekî hilberînê de êrîşek pêk hat û di êrîşê de 3 kes hatin kuştin û kesê êrîşkar jî bi birîndarî hat girtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Berpirsê Rêveberiya Ewlehiya Washingtonê, êrîşkarê ku kete cihekî veberhênan ango hilberîna şîrketeke bi navê Columbia Machine Inc ya li herêma Smithsburg û çend kesek kuştin.
Piştî wê parêzgar Larry Hogan daxuyaniyek da û diyar kir di wê êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Herwiha li gor daxuyaniyê kesê ku êrîş pêk aniye bi birîndarî ketiye dest û di heman operasyonê de polîsek jî birîndar bûye.