Soylu: Em rê nadin penaberên Sûrî di cejnê de biçin Sûriyê û vegerin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da xuyakirin, ew êdî rê nadin penaberên Sûrî bi moletên cejnê biçin Sûriyê û careke din vegerin Tirkiyê. Da zanîn madem dikarin derbas bibin û demeke kurt bimînin, wê demê dikarin hertimî jî bimînin. Soylu her wiha got, wan bi hewlên xwe karîne zêdetirî heşt milyon kesan li derveyî sînorên xwe bihêlin û hejmareke zêde jî koçberên Efxanî û Pakistanî vegerandine.
Pirsa Panebaran mijareke germ e di rojeva Tirkiyeyê de. Wezîrê Navxweyê Tirkiyeyê Suleyman Soylu dibêje, her çend di nava Tirkiyê de 3 milyon û heftsed hezar penaberên Sûrî hene jî, wan karîne heşt milyon koçberan li derveyî sînorên xwe bihêlin û heta niha bi sedan hezar kes jî vegerandine.
Soylu got: “Li Tirkiyê 3 milyon û 764 hezar Sûriyên tomarkirî hene. ji wan 122 hezar kes nediyar in ku egerek mezin e çûne derve. Demên dawî taybet ji Şamê hejmareke zêde sûrî tên. Lê mafê niştecîbûna şêniyên Şamê nîne. Destpêkê emê wan li Hatayê li kampê bicîh bikin û piştî lêkolînan vegerînin. Em sîstema kampan careke din ji koçberên Sûrî cîbicî dikin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê her wiha dibêje, wan berê rê didan penaberên Sûrî ji Tirkiyê derbasî navçeyên jêr kontrola wan bibin û careke din vegerin, lê êdî ew rê nadin. Madem ew dikarin biçin Sûriyê û mehek bimînin, wê demê dikarin her timî jî lê bimînin.
Soylu her wiha da xuyakirin, ji bilî vegera bo Sûriyê, 334 hezar kes jî bo welatên din hatine vegerandin û ji penaberên nava Tirkiyê jî zedetirî 667 hezar kes derbasî Ewropa bûne. Di salên dawî de jî derbasbûna 2 milyon û nîv koçberan hatiye astengkirin.