Nêçîrvan Barzanî ligel Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs Xencer kir.
Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê û çawaniya derbaskirina astengiyê li pêş qonaxa bê ya proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.