Mesrûr Barzanî: Ligel Qubad Talebanî me bang xwe ya ji bo piştgîriya li karnameya çaksaziyê nû kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Divê em hemû wek yek tîm ji bo hemû Kurdistanê kar bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez dike, “ligel Qubad Talebanî me bang xwe ya ji bo piştgîriya li karnameya çakaziyê nû kir.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Îro, ligel Qubad Talebanî me banga xwe ya ji bo piştgîriya li karnameya çakaziyê nû kir. Anku divê em hemû wek yek tîm ji bo hemû Kurdistanê kar bikin.”

Serokwezîr di berdewamiya peyama xwe de diyar kir: “Peyama min ji şanda YNKê re bi serokatiya Bafil Talabanî ew bû: Werin em bala xwe bidin ser tiştê ku em hemû dixwazin: Aramî, xizmetguzariyên bi awayekî baştir û paşeroja ku hêjayî gelê me ye.”

Îro şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Serokê YNKê Bafil Talebanî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di civînekê de, pirsên girîng yên taybet bi rewşa niha hatin guftûgokirin.

Fly Erbil Advertisment