Mesrûr Barzanî serdana Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel wezîr û berpirsên bilind ên Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê serdana Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê kir.
Di vê serdanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel wezîr û berpirsên bilind ên Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di heyama borî de serdana Wezareta Navxwe û Wezareta Şarewanî kiribû û ji nêzîk ve rewş û karûbarên wan wezaratan şopandibû.