Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê hat guhartin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê hat guhartin û Bedir Cemûs weke serokê nû yê wê desteyê hat hilbijartin.
Enes Ebde li hejmara xwe tora civakî “Twitter” belav kir, erkê wî erkê wî wek Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê bi dawî hat û Bedir Cemûs weke serokê nû li şûna wî hat hilbijartin.
Bedir Camûs endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) e û wek kesekî nêzîkî Rûsyayê tê naskirin.
Bedir Camûs ji aliyê Ened Ebde û Serokê Îtîlafê Salim Muslet ve ji bo postê Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê hatibû kandîdkirin.
Ji sala 2011an ve çendîn çarçoveyên siyasî yên Sûrî li dijî rêjîmê hatin pêkanîn. Lê belê “Desteya Bilind a Danûstandinên Sûriyê” a ku li danûstandinên Kongreya Riyad 1 di sala 2015an de hatiye damezirandin, hemû pêkhateyên cuda di bin sîwana xwe de kom kirin.
Heta niha heft gerên danûstandinên Komîteya Destûrê di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê hatine kirin, lê ti nîşaneyên cidî derbarê çareseriya dosyaya Sûriyê xuya nakin.