Serokerkanê nû yê Pêşmerge dest bi kar kir
Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Îsa Ezîz weke Serokerkanê nû yê Pêşmerge dest bi kar kir.
Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, îro duşemê 13ê Hezîrana 2022yan bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Îsa Ezîz weke Serokerkanê nû yê Pêşmerge dest bi kar kir.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat diyarkirin ku bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Birîkarê Wezaretê Serbest Lezgîn, Fermandarê Yekeya 80 Necat Elî, Fermndarê Fermandariya Hêzên Piştevaniyê ya Yek Şêx Sîhad Barzanî, Fermandarê Fermandariya Hêzêm Piştevaniyê ya Du Merîwan Mihemed Emîn û hejmarek rayedarên din ên ewlehî û serbazî, merasîma destbikarkirina Serokerkanê nû yê Pêşmerge birêve çû.
Di merasîmê de ku Îsa Ezîz li şûna Cemal Mihemed dest bi kar kir, Wezîrê Pêşmerge guherîna li Wezareta Pêşmerge weke bingeheke girîng a çaksaziya serbazî bi nav kir û spasiya rola Cemal Mihemed û Cebar Yawer kir, demek e di peywirên xwe de xizmeta hêzên Pêşmerge kirine û bi dilsozî û bi dil û can karê xwe kirine.
Di dawiya merasîmê de Wezîrê Pêşmerge û Birîkarê Wezareta Pêşmerge diyarî pêşkêşî Cemal Mihemed kirin, weke nîşaneya xizmet û xebata wî, ku di dema borî de pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiriye.