Saziyên sivîl û partiyên siyasî desteserkirina rojnamevanan şermezar kirin

Li Diyarbekirê nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî li ber Avahiya Pel produksiyonê, bi daxuyaniyekê desteserkirina 21 rojnamevan û xebatkarên çapameniyê şermezar kirin.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî li ber Avahiya Pel produksiyonê, bi daxuyaniyekê desteserkirina 21 rojnamevan û xebatkarên çapameniyê şermezar kirin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanên Dîcle-Firatê (DFG ) Dîcle Muftuoglu daxuyand ku ji 8ê Hezîranê ve 20 ji wan rojnamevan 21 kes hatine desteserkirin û ligel ku 6 roj derbas bûye jî, sedema desteserkirina wan nehatiye aşkere kirin.

Dîcle Muftuoglu bal kişand ku nehêniya dosyayayê rojek berê 4 roj hatiye dirêjkirin û bi binpêkirina hiqûqê destserkirina wan rojnamevanan berdewam dike.

Muftuoglu anî ziman ku desthilatdariya li Tirkiyê ji ber nikare pirsgirêkan çareser bike û aramiya civakî saz bike, ji bo ku rastî jî neyên ragihandin û zanîn, rojnamevanan ji xwe re dike armanc. Herwiha destnîşan kir ku rojnamevanî tawan nîne û ew ê him karê xwe, him jî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Nûnera Komeleya Nivîskarên Kurd Roza Metîna jî piştî daxuyaniyê ragihand ku rojnamevanên ku rastiyan ragihînin her tim dibin armanc, lê ew ê jî karê xwe û têkoşîna xwe bidomînin.