Nêçîrvan Barzanî: Em hêvî dikin ti alozî dernekeve holê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew bi nîgeraniyê ve li geşedanên siyasî yên herî dawî yên Iraqê dinêrin.
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew bi nîgeraniyê ve li geşedanên siyasî yên herî dawî yên Iraqê dinêrin.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em bi nîgeraniyê ve geşedanên siyasî yên herî dawî yên Iraqê dinêrin. Em hêvîdar in ti alozî û tevlihevî dernekeve holê.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Em hêvî dikin, parlamento nûnertiya hemû Iraqê bike.”
Herwiha diyar kir: “Ez daxwaz dikim ku hemû aliyên Kurdistanî yekrêz û teba û yekbûyî bin.”
Duh bi şev 73 nûnerên Tevgera Sedir li Parlamentoya Iraqê dest ji kar berdan û Mihemed Helbûsî daxwaza wan qebûl kir.