Li Êlihê polîsekî hevjîn û zarokê xwe kuşt û piştre dawî li jiyana xwe anî

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê polîsekî Tevgera Taybet piştî ku hevjîn û zarokê xwe kuşt, dawî li jiyana xwe anî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê polîsekî Tevgera Taybet piştî ku hevjîn û zarokê xwe kuşt, dawî li jiyana xwe anî.

Îro 14ê Hezîrana 2022yan polîsekî li xaniyên Memur-Senê yên li navenda bajarê Êlihê, hevjîn û zarokê xwe bi çek kuşt û întîhar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û termê polîs, hevjîn û zarokê wî rakirin Newxeşxaneya Dewletê ya Êlihê.

Hat ragihandin derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

Fly Erbil Advertisment