Komeleya Rojnamegeran: Tê xwestin ku dengê çapemeniya azad were qutkirin
Li ber Avahiya Dadê ya Diyarbekirê derbarê binçavkirina rojanmegeran de civînek çapemeniyê hat lidarxistin.
Diyarbekir (K24) - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê li ber Avahiya Dadê ya Diyarbekirê derbarê binçavkirina rojanmegeran de civînek çapemeniyê li dar xist û hat amajekirin, tê xwestin ku dengê çapemeniya azad were qutkirin.
Derbarê rojnamegerên binçavbûna wan didome, li Diyarbekirê ber avahiya dadê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku bi binçavkirinan tê xwestin dengê çapemeniya azad were qutkirin, lê ev helwest dê bi ser nekeve.
Hevseroka Komeleya Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu da zanîn ku heta hevalên wan neyên berdan ew ê ji ber deriyê dadgehê neçin.
Di 9ê Hezîranê de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve 20 rojnameger hatibûn binçavkirin, rojnamegeran di dema binçavbûnê de îfade nedabûn polîsan û piştî 6 rojan ji bo wergirtina îfadeyê bo dadgehê hatin veguhastin û ji aliyê dozger ve îfadeya wan tê wergirtin.