Brîtanya: Em li ser deportkirina penaberan dixebitin
Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Priti Patel ragihand, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser qedexekirina şandina penaberan bo Ruwandayê, nikare bi yekcarî rê li ber siyaseta Brîtanyayê bigre.
Hewlêr (K24) – Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Priti Patel ragihand, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser qedexekirina şandina penaberan bo Ruwandayê, nikare bi yekcarî rê li ber siyaseta Brîtanyayê bigre û em li ser deportkirina penaberan dixebitin.
Priti Patel li parlamentoya welatê xwe ragihand, hikûmeta Brîtanyayê li ser siyaseta xwe berdewam e û penaberên ku derbarê wan de biryar hatiye dayîn ku li Brîtanyayê nemînin, şandina wan bo welatê sêyem didome.
Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê eşkere kir: “Her çiqas Dadgeha Mafên Mirovan a li Ewropayê ya li Strasbourg, beriya firîna balafirê biryar da, ez dixwazim bi awayekî zelal bibêjim ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar li ser siyaseta cîguhertina penaberan û yasaya hebûna wan neda, tenê deportkirina 3 ji wan penaberan qedexe kir, ku di nav balafirê de bûn.”
Patel destnîlan kir: “Ew qedexekirina bo çend demên cuda dimîne, lê belê bi temamî rêgirî li me nekiriye ku em penaberan neşînin Ruwandayê.”
Ev di demekê de ye ku beriya çend roja hikûmeta Brîtanyayê biryar da, 130 penaberên neyasayî weke yekem karwan, bişîne welatê Ruwandayê, ji aliyê xwe welatê Ruwandayê jî amadebûna xwe nîşan daye ji bo wergirtina wan penaberan. Li hember wergirtina wan penaberan, Brîtanya dê zêdetirî 150 milyon Dolar alîkariya mirovî bide Ruwandayê.
Ji 130 penaberên ku biryar bû werin deportkirin, 11 kes Kurd bûn, ji wan 11 kesan jî tenê 2 kesan nekarîn bilêta balafirê betal bikin û ew du kes ji bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ne.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson li ser vê mijarê diyar kiribû: “Em bi vê pêngava xwe, rê li ber hatina penaberên neyasayî digrin, ku bi salan e qaçaxçî bi rêyên metirsîdar, wan tînin welatê me.”