Biden: Çareseriyek ji giranbûna bihayê benzînê re bibînin
Medyaya Amerîkayê ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî daye kompaniyên mezin ên palawtina sotemeniyê, ku rêjeya berhemanînê zêde bikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Amerîkayê ragihand, Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî daye kompaniyên mezin ên palawtina sotemeniyê, ku rêjeya berhemanînê zêde bikin.
Hat diyarkirin ku Joe Biden ji kompaniyên palawtina sotemeniyê daxwaz dike ku berhemanîna xwe zêde bikin, ji ber ku bilindbûna bihayê benzînê rewşeke aborî û siyasî ya metirsîdar li ser malbatên Amerîkî dirust kiriye.
Joe Biden diyar kiriye: “Ev qeyrana ku li ber malbatên Amerîkî derketiye holê, divê bilez were çareserkirin.”
Li gor zanyariyên medyaya Amerîkayê, ji bo ku kompaniyên sotemeniyê berhemên xwe zêde bikin, divê rewşa awarte ragihînin.