Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta sêyem a çaksaziyê dişîne Parlamentoyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta sêyem a lêkolînan û bicihanîna yasaya çaksaziyê ji parlamentoyê re şand.

Raporta sêyem a lêkolînan û bicihanîna yasaya çaksaziyê ji beşan pêk tê wek:

- Rêkxistina maf û îmtiyazatên mîrasên malbatên şehîd û enfalkiriyan û girtiyên siyasî.

- Nehîştina sûdên ji budçeya giştî zêdetir ji carekê.

- Warê Pêşmerge, hêzên asayiş û polîs û hêzên navxweyî.

- Warê xaneşînê

- Sîstema Bankî

- Sîstema bayometrî

Yasaya Çaksaziyê ya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû dariştin û ji aliyê Parlemanê ve hatibû pesendkirin, ji meha Sibata 2020an ve katiye warê cibicîkirinê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêştir di civîneke Parlamentoya Kurdistanê de ragihandibû, çaksazî proseyeke berdewam e û hemû kartan li xwe digire.