Li Stenbolê 11 rêvebirên HDPyî hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, hêzên ewlekariyê 11 rêvebirên wan ên navçe û bajarê Stenbolê desteser kirine.

Tê amajekirin hejmara kesên werin desteserkirin, dibe ku zêde bibe.

Roja 12ê Hezîranê li Stenbolê bi beşdariya parlamenter û alîgirên HDP bi mebesta ku balê bikêşînin ser rewşa rêberê girtî yê PKK Abdullah Ocalan, çalakî hatibû lidarxistin û di wê çalakiyê de di navbera polîs û HDPyiyan de rakêşî rû dabû. 2 kesên beşdarî çalakiyê bûbûn hatibûn girtin.

Di vê çalakiyê de dirûşmeyên ji bo Ocalan hatine avêtin, wek sedema desteserkirina 11 rêvebirên HDPyî tê destnîşankirin.