Karmendên tendirustiyê daxwaza başkirina rewşa jiyana xwe dikin

Sendiqayên xizmetên civakî û saziyên tenduristkaran li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê, greva karberdanê û çalakiya sotandina bordroyên mûçeyan lidar xistin.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Sendiqayên xizmetên civakî û saziyên tenduristkaran li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê, greva karberdanê û çalakiya sotandina bordroyên mûçeyan lidar xistin. Beşdarên çalakiyan bal kişandin ku li Tirkiyê qeyrana aborî li ser wan bandorên giran dike û êdî nikarin debara xwe bikin. Loma jî heta ku daxwazên wan werin bicîkirin dê çalakîyên xwe berdewam bikin.

Li Diyarbekirê Pêkhateyên Konfederasyona Sendîqayên Kedkeran KESK’ê û saziyên kedkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe li Qada Şêx Seîd xwepêşandan lidar xistin û bordroyên mûçeyên xwe şewitandin.

Endamê Lijneya Rêvebiriya Nevendî yê Jûra Tabîban a Tirk TTB’ê Halîs Yerlîkaya ragihand ku tenduristkar bi rastî jî nikarin debara xwe bikin û heta ku şertên wan bê sererast kirin jî dê van çalakiyên xwe berdewam bikin.

Halîs Yerlîkaya ji K24ê re diyar kir: “Daxwazên me; divê mafê keda me bo me bê dayîn, ya duyemîn di pîşeya tenduristiyê de tundî hene, gelek tundî tên kirin û divê bên çareserkirin. Ya sêyemîn jî divê şert û mercên ku em tê de kar dikin, bên sererast kirin ku em di şert û mercên pir giran de kar dikin. Yanî êdî bijîşk xebatkarên tenduristiyê hêviya xwe ji vî welatî birîne û ber bi welatên din ve diçin. Her carê dibêjin em mizginî didin we, emê guhêrînan bikin, em di zagonê de guhêrînan dikin, lê belê heta niha ew daxwazên me nehatine bicîkirin. Lê em jî dest ji têkoşîna xwe bernadin û heta ku daxwazên me bên cîh, heta ku di qada tenduristiyê de em bikarin bi şert û mercên baştir bixebtin û mafên keda xwe werbigirin, emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Dîsa Kedkarên Fermî yên Civakî jî ji ber bandorên qeyrana aborî daxuayniyekî belav kirin û bordroyên xwe sotandin.

Berdevkê Serdemê yê KESK a Diyarbekirê Sîraç Çelîk jî balê kişand ku li gor daneyên fermî ku nîvê enflasyona li Tirkiyê jî ranagihîne, enfilasyon nêzîkî ji %75 e, lê mûçeyên wan tenê %44 hatine zêde kirin.

Sîraç Çelîk ji K24ê re ragihand: “Kedkar, cotkar, dikandar gişt êdî nikarin debara xwe bikin. Yê me bordroya me heye ku emê bişewitînin, lê ew yên ku muçeyên wan tunene dê çewa bikin? Lê rayedar herkesî wek xwe dizanin, mezinên me di Pêşgotinekî de dibêjin:’Însanê têr haya wî ji birçiyan tune.’ emeseleya me jî heman e. îro li Tirkiyê jî yên ku berpirsyarin tev têr in, yên ku birçî ne jî em in û li qada ne. Lê belê me jî heta ku mafên xwe bidestve bînin emê li van qadan bin û terk nekin.”

Li  gor daneyên ku TTB’ê ragihandine, di sala 2021’an de; 1405 bijîşk û tenduristkar, ji ber şertên ne baş yên li Tirkiyê, terka Tirkiyê kirine û îsal jî zêdetirên wan yên pispor bi sedan bijîşk ji Tirkiyê derçûne. Ji aliyê din de rayedarên hikumetê jî ragihandin ku dê di mafên tenduristkaran de, sererastkirinên baş bikin ku dê hemû xebatkar jê razî bin.

Fly Erbil Advertisment