Putin: Divê her kes bizane ku em ji bo parastina welatê xwe amade ne çi bi kar bînin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarî 25emîn Foruma Aborî ya Navdewletî ya St. Petersburg bû û behsa aboriya cîhanê û geşedanên siyasî kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser mijara endambûna Ukraynayê li Yekîtiya Ewropayê got: “Yekîtiya Ewropayê, weke NATO, rêxistineke leşkerî nîne, weke min her dem gotiye, helwesta me li ser vê mijarê gelek zelal û eşkere ye, Rûsya dijayetiya vê yekê nake.”
Vladimir Putin beşdarî 25emîn Foruma Aborî ya Navdewletî ya St. Petersburg bû û behsa aboriya cîhanê û geşedanên siyasî kir.
Putin diyar kir: “Çend îdia hene li ser wê yekê ku Rûsya gefa bikaranîna çekê atomî dixwe, ev bangewazî ji devê siyasetmedarên neberpirs û rayedarên payebilind jî hat bihîstin. Em bêdeng namînin û bersivê didin. Her dema ku em bersivê jî didin, rasterast dibêjin 'Rûsya gefê dixwe'. Em gefa bikaranîna çekê atomî li kesî naxwin. Lê belê divê her kes bizane ku em xwedî çi ne û ji bo parastina welatê xwe amade ne çi bi kar bînin.”
Vladimir Putin li ser pirsa helwesta Rûsyayê li hember endambûna Ukraynayê di Yekîtiya Ewropayê de, ragihand: “Yekîtiya Ewropayê, weke NATO, rêxistineke leşkerî nîne, weke min her dem gotiye, helwesta me li ser vê mijarê gelek zelal û eşkere ye, Rûsya dijayetiya vê yekê nake.”