Nêçîrvan Barzanî û şanda ewlehiya Iraqê tekezî li hevkariyê dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja yekşemê 19.06.2022yan li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî û emnî ya Iraqê ya bi serokatiya General Abdulemîr Reşîd Yarula Serokerkanê Artêşa Iraqê kir.
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja yekşemê 19.06.2022yan li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî û emnî ya Iraqê ya bi serokatiya General Abdulemîr Reşîd Yarula Serokerkanê Artêşa Iraqê kir.
Di hevdîtinê de şanda Iraqî ku, ji fermandarên hêza bejayî, asmanî, pasewanên sînor, polîsê federalî, îstixbarat, îstixbarata leşkerî, operasyonên hevbeş û çend fermandarên din yên leşkerî û emnî pêkhat bû, pîrozbahî li Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo wan guhertinên li vê dawiyê kirîn û hêviya serkeftinê ji bo wan fermandar û piledaran xwest yên ku di postên xwe yên nû da dest bi kar û erkê xwe kirine.
Şanda mêvan tekîd kir ku serdana wan beşeke ji bernameyê hevkarî û hevahengiya artêşa Iraqê digel hêzên Pêşmerge yê Kurdistanê û ji bona zêdetir pêşvebirina têkeliyan û hevkarî û hevahengiya navbera Wezareta Bergiriya Iraqê digel Wezreta Pêşemrege û aliyên din yên peywendîdar li Herêma Kurdistanê berheviya xwe nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, di axavtina xwe da got ku serdana vê şandeya leşkerî û emnî ya Îraqê bo Herêma Kurdistanê peyameka bi hêz ya piştevanî û hevkariyê ye û hêvî xwest ku bi çavê hevbeş û weke beşek ji sîstema bergiriya Îraqê li Pêşmerge bê nêrîn ku ji bo heman armancê kar dikin ku, ew jî parastina welat, aramî û seqamgîriyê ye.
Gef û tevgerên DAIŞê, bi taybetî li wan deveran ku cografiyek asê heye û deverên ser tixûb digel Sûriyê mijareke din ya dîdarê bû ku, têda her du aliyan tekîd li ser giringiya alîkarî û hevahengiya navbera Sopayê Îraqê û Pêşmergeyê Kurdistanê û mifawergirtin ji piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bona binbirkirina DAIŞê bi yekcarî kir.