Kazimî yekem demanceya li Iraqê hatiye dirustkirin wergirt
Desteya Pîşesaziya Leşkerî ya Iraqê demanceyek bi navê “Babil” dirust kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro Yekşemê got ku hikûmeta wî li ser piştgirîkirina pîşesaziya leşkerî li wî welatî berdewam e.
Ev daxuyaniya Kazemî piştî wê hat, Serokê Desteya Pîşesaziya Leşkerî ya Iraqê Mihemed Sahib Deracî demanceyek bi navê “Babil” ku ji aliyê desteya wan ve hatiye çêkirin, diyarî Serokwezîrê Iraqê kir.
Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku Kazimî ew demance di çarçoveya civîna Encûmena Wezîran a Ewlehiya Neteweyî ya ku îro hat li darxistin de, wergirt.

Li gor daxuyaniyê, Kazimî xebatên Desteya Pîşesaziya Leşkerî bilind nirxand û got: “Hikûmet piştgiriya xwe ya ji bo pîşesaziya leşkerî didomîne, bi awayekî ku wê bikaribe hin pêwîstiyên hêzên ewlekariyê ji çekan peyda bike.”
Di destpêka vê mehê de Serokê Desteya Pîşesaziya Leşkerî Mihemed Sahib Derecî berhemanîna firokeyeke bê firokevan a bi navê “Saqr-1” ragihandibû.
Diyar kir bû jî, ew firoke dikare bi bilindahiya 4 km û dûriya 30 km bifire
Serokê Desteya Pîşesaziya Leşkerî diyar kir jî, kar di kargehên wan de berdewam in ji bo hilberîna tivinga “Rafîdeyn” ji bo peydakirina pêdiviyên dezgehên ewlehiyê.