Efrîn.. Zirîpoşeke artêşa Tirkiyê li welatiyekî sivîl da

Navenda Nûçeyan (K24) – Zirîpoşeke artêşa Tirkiyê li nava bajarokê Raco yê li Efrînê li kesekî sivîl da û ew kuşt.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re got, zirîpoşeke artêşa Tirkiyê îro li pêş baregeha Polîsa Leşkerî ya nahiya Raco li welatiyekî bi navê Reşîd Mihik da û di encamê de ew hate kuştin.

Li gor wî jêderî, Reşîd Mihik ji gundê Hac Xelîl e û dukaneke wî li nêzîkî baregeha Polîsa Leşkerî ya bajarê Raco heye.

Ji dema dagîrkirina Efrînê û gund û bajarokên wê di Adara 2018an de, ji bilî hebûna hêz û otombîlên leşkerî di nava bajaran de, bi dehan baregehên leşkerî di nava bajaran de hatine vekirin û gelek caran jî otomobîl û zirîpoşên wan li welatiyan dane.