Li Diyarbekir û 9 bajarên din operasyoneke hat destpêkirin

Diyarbekir (K24) – Wezîrê Navxwe ya Tirikiyê Suleyman Soylu, di daxuayniyekê de ragihand, li Diyarbekirê û 9 bajêrên din, îro demjimêr 4:00 operasyona li dijî firoşkarên madeyên hişbir hatiye kirin.

Wezîrê Navxwe ya Tirikiyê Suleyman Soylu ragihand, bi beşdariya 4 hezar û 200 polîs û cendirme, li Diyarbekirê û 9 bajarên din, li dijî 292 xalan, operasyoneke berfireh li dijî firoşkarên madayên hatiye kirin.

Soylu diyar kir, di operasyonan de ligel cureyên madeyên hişbir, heta niha 213 kes û gelek çek jî hatine desteser kirin

Wezîrê Navxwe ya Tirikiyê destnîşan kir jî, ji bo rê li ber belavbûna madeyên hişbir bigirin, lêkolîn û operasyonên wan dê bê navber berdewam bin.