Serok Barzanî pêşwazî li lêkolînerê Îranê Sadiq Zîbakelam dike
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê guhartinên siyasî yên li navçe û cîhanê hatin kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 20 Hezîrana 2022an pêşwazî li lêkolîner û nivîskarê Îranî û mamosteyê zanîngeha Tehranê Sadiq Zîbakelam kir.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî û Sadiq Zîbakelam guftûgo derbarê guhartinên siyasî yên li navçe û cîhanê kirin.
