Li Zanîngeha Mûşê li ser vekirina pankarta Kurdî alozî derket

Endamên ewlekariya zanîngehê di destpêkê de rê nedan ku xwendekar pankartê vekin.

Zanîngeha Mûş Alparslan
Zanîngeha Mûş Alparslan

Hewlêr (K24) - Li Zanîngeha Mûş Alparslanê li ser vekirina pankarta Kurdî alozî derket.

Li gorî zanyariyên ku ji xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslan ya Mûşê hatine girtin, xwendekaran di rêwresma derçûyînê ya 23ê Hezîranê de xwestin ku pankarteke ku li ser wê bi kurdî "Şêrîn û xweş e zimanê Kurdî" hatibû nivîsandin vekin.

Xwendekaran ragihand ku endamên ewlekariya zanîngehê di destpêkê de rê nedan ku xwendekar pankartê vekin. Di navbera hêzên ewlekariya zanîngehê û xwendekaran de alozî derket.

Hat diyarkirin ku piştî hevdîtinên bi rêveberiya zanîngehê re, rê hat dayîn ku xwendekar pankartê vekin.

Îsal ji Zanîngeha Alparslan ya Mûşê ji Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî 15 xwendekar derçûn.

 

Fly Erbil Advertisment