Li Norveçê êrîşa çekdarî: 2 kuştî û 21 birîndar

Li Osloya paytexta Norveçê kesekî çekdar kete klûbeke şevê û gule reşande derdor.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Norveçê di klûbeke şevê de êrîşeke çekdarî pêk hat, 2 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Li Osloya paytexta Norveçê kesekî çekdar kete klûbeke şevê û gule reşande derdor.

Di encama êrîşê de 2 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê tîmên polîs û tendurustiyê gihîştin cihê bûyerê.

Rayedarên Norweçê ragihand, kesekî ku tê texmînkirin yekane sûcdarê bûyerê ye hatiye girtin.

Sedema pêkanîna bûyerê heta niha nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.