Qubad Talebanî: Divê li Silêmaniyê wêstgeha paqijkirina avê were danîn
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, ji bo paqijkirina ava Silêmaniyê, divê wêstgeha paqijkirina avê were danîn.
Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, ji bo paqijkirina ava Silêmaniyê, divê wêstgeha paqijkirina avê were danîn.
Qubad Talebanî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Ji bo projeya demdirêj a paqijkirina avê li Silêmaniyê, divê wêstgeha paqijkirina ava pîs were danîn, ev proje jî divê bi hikûmet û sektora taybet were kirin.”
Li ser rewşa tendirustiyê ya Silêmaniyê û belavbûna nexweşiya kolerayê, Qubad Talebanî eşkere kir: “Ev nexweşî li hemû Kurdistanê heye û kêşe li hemû nexweşxaneyan heye, ne tenê li Silêmaniyê ye, Wezareta Tendirustiyê bi baldarî li ser xet e, rêveberiyên tendirustiyê li ser xet in, da ku derman û pêwîstiyên tendirustiyê li nexweşxaneyan berdest bin.”