Konsulê Amerîka: Em piştevaniyê li sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê radigihîne, ew piştevaniyê li sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê dikin û got jî: Kalîteya berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê gelekî bilind e.

Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino di çarçoveya beşdariya di Konferansa Berhemên Navxwe yên Çandiniyê li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir.

Palladino got: “Di hemana karê min li Herêma Kurdistanê de, min hewl da ne tenê ligel berpirsên hikûmetê bicivim. Lê belê welatiyên din jî bibînin. Axaftin ligel karta taybet gelekî girîng e. Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi wê yekê heye, eger karta taybet baş be, dikare bibe hokarek ji bo pêşveçûna Herêma Kurdistanê.”

Got jî: “Yek ji karên sereke yên Amerîka ew e, girîngiyê dide çandiniyê. Dilxweş im ku bibînin xelkê Herêma Kurdistanê tenê berhemên xwe yên navxweyî bikire. Kalîeya berhemên navxweyî yên Kurdistanê bilind e.”

Konsulê Amerîka li Hewlêrê destnîşan kir jî: “Çandinî gelekî girîng e ji bo peydakirina derfetên kar û aboriya Kurdistanê. Çandinî gelekî girîng e ji bo asayişa xwarekê hebe, bi taybet ji bo ew kesên li derveyî bajaran dijîn.”

Fly Erbil Advertisment