Mesrûr Barzanî: Rola werzişê ya girîng di nasandina kultura gelan de heye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Hilbijardeyan Futsalê ya Xanimên Iraql kir ku piraniya lîstikvanên wê xelkê Herêma Kurdistanê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Hezîrana 2022an pêşwazî li Hilbijardeya Futsalê ya Xanimên Iraql kir ku piraniya lîstikvanên wê xelkê Herêma Kurdistanê ne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî û destxweşî li wan kir, bi boneya bidestxistina pileya yekem li Sêyem Qehremaniya Rojavayê Asya ya Futsalê ya Xaniman ku di dema dawî de li Erebistana Siûdiyê birêve çûbû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku werziş ji bilî sûda wê ya tendirustî, roleke wê ya girîng di nasandin û pevguhartina kulturê di navbera gelên cîhanê de heye. Xweşhaliya xwe jî nîşan da ku hevahengiyeke baş di navbera endamên hilbijardeyê de heye ku ji pêkhateyên cuda ên Iraqê pêk hatiye û karîne bi hev re Iraqê bihêztir bikin.
Serokwezîr got jî, wek çawa Pêşmerge li sengerên berevaniya li Kurdistanê û di rûbirûbûna teroristanê DAIŞê de, roleke wan a berçav hebû û cîhan sersam kir, îro jî jinên Kurdistanê di warê werzişê de, rola wan a bandor di serkeftin û bidestanîna pileya yekem bo Hilbijardeya Iraqê hebû.
Li hemberê jî Endamê Yekîtiya Topapê ya Iraqê û Serokê Şand û Endamên Hilbijardeya Futsalê ya Xanimên Iraqê Fîras Behr El-Ulom spasî û pêzanîna xwe ji bo girîngîpêdan û piştevaniya Serokwezîr li werziş û werzişkaran nîşan da.

