Nêçîrvan Barzanî: Du mamosteyên zanîngehê bûn qurbaniyên tawaneke dirindane
Ji ber êrîşkirina ser du mamosteyên zanîngehê û kuştina wan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Hewlêr (K24) – Ji ber êrîşkirina ser du mamosteyên zanîngehê û kuştina wan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Ez xemgîniya xwe ya kûr ji ber şehîdbûn û jidestdana Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan radigihînim.”
Nêçîrvan Barzanî îro sêşemê 28ê Hezîrana 2022yan daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Ez nîgeranî û xemgîniya xwe ya kûr bi şehîdbûn û jidestdana Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan radigihînim, ku îro bûn qurbaniyên tawaneke dirindane ya dilzîz.”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Ez sersaxî li kesûkar û malbatên cenabên wan dikim û hevsoz û hevbeşê xema wan im. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, giyanê wan bixe ber dilovanî û mîhrebaniya xwe û sebrê bibexşîne malbat û kesûkarên wan.”