97 sal di ser bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî re derbas dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – 29ê Hezîranê salvegera bidarvekirina Şêx Seîd Efendî û 46 têkoşerên Tevgera 1925 a Netewî ya Kurd e. 97 sal berê li Bakurê Kurdistanê Kurdan ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê serî hildan. Lê serhildan serneket û nêzikê 100 hezar Kurd hatin kuştin. Serok û rêberên Kurdan hatin bidarvekirin û heta niha jî cihê gorên wan ne diyar e.
Îro salvegera bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran (1865 – 1925) pêşeng û têkoşerên Tevgera 1925 a Netewî ya Kurd e. 97 sal berê Kurdan dema têgihîştin ku dewleta Tirkiyeyê mafên wan ên netewî binpê dike, li hemberî dagirkeriyê serî hildan û doza Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî kirin.
Serhildana 1925'an ku di 13'ê Sibatê de dest pê kiribû, piştî ku serhildan têkçûbû, Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên xwe di 29'ê Hezîrana heman salê de, ji aliyê Dadgeha Îstiklalê ve li Diyarbekirê hatibûn darvekirin.
Di vê derbarê de Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di peyamekê de ragihand, “Serokê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe 97 sal berê di roja 29.06.1925ê de, ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin darvekirin.
Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyekî bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.
Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.
Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelê Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Yusûf Zîya Beg, Dr. Fûad, Şêx Eyub, Seyîd Abdulkadîr, Hecî Axtî û hevalên wan, cîhê mezelê Seîdî Nûrsî aşkere bike.
Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.
Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.
Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.
Di 97emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darvekirin û Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr.Fuad, Şêx Eyub, Hecî Axtî, Seyid Abdulkadîr û bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”