Fraksiyona PDKê: Çek bûye sedema wêranbûna çendîn malbatan
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê li ser projeyasaya çek û zêdebûna bûyerên kuştinê daxuyaniyek belav kir.
Hewlêr (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê li ser projeyasaya çek û zêdebûna bûyerên kuştinê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Ji bo me hemûyan eşkere bûye ku çek çawa bûye sedema malwêranî û wêranbûna çendîn malbatan.”
Di daxuyaniya Fraksiyona PDKê de hat diyarkirin: “Ji bo me hemûyan eşkere ye ku çek di van çend rojên borî de çawa bûye sedema malwêranî û wêrankirina çendîn malbatan û kuşrina xelkê.”
Fraksiyona PDKê destnîşan dike: “Demek beriya niha projeyasaya çek hat Parlamentoya Kurdistanê û bû yasa, ku cîbicîkirina wê bandoreke mezin çêdike û her îro jî Birêz Serokwezîr çend biryar li ser çekan der kirin, ku bi em temamî piştevaniyê dikin û destxweşiyê lê dikin, mijara çek hewceyî helmeteke mezin a niştimanî ye û divê em hemû piştevaniya vê hewldanê bikin.”