Hêzên Zêrevanî li çend taxan dest danîn ser çekên bêdestûr
Piştî biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê helmeta destdanîna ser çekên bêdestûr dest pê kir
Hewlêr (K24) – Piştî biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê helmeta destdanîna ser çekên bêdestûr dest pê kir, li ser vê mijarê efserekî Zêrevanî ragihand, helmet li çend taxan dest pê kiriye û danîna rêbendên demkî jî didome.
Efserê li Hêzên Zêrevanî Kameran Hewramî ji K24ê re ragihand, helmeta destdanîna ser çekên bêdestûr li cade û cihên giştî berdewam e û çendîn rêbendên demkî ji bo vê mebestê hatin danîn.
Kameran Hewramî eşkere kir, li wan rêbendan dest danîne ser çendîn çekên bêdestûr.
Hewramî diyar kir ku wan ev helmet birine nav tax û kolanan jî û çendîn çêk dîtine.
Herwiha eşkere kir ku ev helmet bi şev û roj dê berdewam be.