Şam: Di êrîşeke Îsraîlî de 2 sivîl birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê, Îsraîlê îro serê sibê êrîşeke asmanî li ser Tertûsê pêk anî û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, îro şemiyê demjimêr 6:30ê sibehê, Îsraîlê bi çend mûşekan êrişeke asmanî ji ser Deryaya Sipî ve pêk anî û çend zeviyên mirîşkan li derdora bajarokê Hemîdiye li başûrê Tartûsê kirin armanc.”

Diyar kir jî: “Ev yek bû sedema birîndarbûna du sivîlan, yek ji wan jin e û hin ziyanên madî çêbûn.”

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got, mûşekên Îsraîlî embarên Hizbullaha Lubnanî û hêzên Îranî li nêzîkî firokexaneyê kirine armanc.

Di salên borî de, Îsraîlê bi dehan êrîşên asmanî li Sûriyê pêk anîne, bi taybetî navendên artêşa Sûriyê û hêzên ser Îran û Hizbullaha Libnanî dike armanc.

Fly Erbil Advertisment