Navendeke lêkolînan: Bajêrên Bakurê Kurdistanê bajêrên paşdemayî yên Tirkiyê ne
Diyarbekir (K24) – Navenda Xebatên li Ser Kurdan (Kurdish Students Center) raporeke nû ya li ser cudahî û cudagirtinên heremên li Tirkiyê ragihand. Rapora ku li ser debar, dahat û ramedanan hatiye amadekirin de bajêrên li Bakur, bajarên herî paşdemayî yên Tirkiyê ne.
Saziya lêkolînê ya Navenda Xebatên li Ser Kurdan, Bultena Newekheviyan ya çaremîn ku lêkolînên li ser aborîya heremên li Tirkiyê tê de cîh digirin ragihand.
Rêvebirê Navenda Xebatên li ser Kurdan Reha Rûhevîoglû, da zanîn ku li Tirkiyê rewşa aboriya welatiyan li bajêrên Kurdan û bajêrên li rojavayê Tirkiyê ne wek hev in û li gel ku ev tişt bi zanabûn tê kirin û tê zanîn jî, nayê çareser kirin.
Reha Rûhevîoglû ji K24ê re got: “Em li kîjan daneyê mêze bikin dibînin ku rewşeke xirab heye. Di hemûyan de xûya dibe ku herema me, paşde maye û neheqî lê hatiye kirin. Ciyên ku kar lê hebe jî dahata wan jî wekhev nîn e. Yanî kesekî ku li Diyarbekirê rojane heman karî bike dahata wî/wê 118 lîre ye, lê li bajêrên rojavayê Tirkiyê di ser 140 lîre de ye. Yanî dahata welatiyên li rojavayê Tirkiyê, ji welatîyên li vê heremê pêşdetir e.”
Civaknas Hanîfî Erenê ku bi dehan sal di nav proje û saziyên geşepêdanê de kar û xebat meşandiye jî radigihîne ku polîtîqayên dewletê heta ciyekî diyar rê didin geşepêdan û pêşketinên li heremê û loma jî rewş wiha berdewam dike.
Civaknas Hanîfî Eren dibêje: “Devera me hermeke taybet û cuda ye û dewlet jî viya baş dizane. Ji bo wê jî bi zanabûn paşde hatiye xistin. Me pir baş dîtîye ku dewlet ji astekî zêdetir naxwaze ku kesên li vir û ji vê deverê bipêşve biçin. Ji astekî bi şûn de wê pêşketinê ji bo xwe wek gef dibîne. Loma jî heta wê astê destûr dide ku pêşdeçûn û geşepêdan pêkwerin. Hem ji aliyê civakî ve, hem jî ji aliyê aborî ve.”
Lêkolîner û pispor balê dikşînên ku çavkaniyên li Tirkiyê bi awayekî newekhev tên parvekirin û di nav herema ku bajêrên Kurdan lê ne û yên li rojavayê Tirkiyê de jî cudahî û cudagirtineke şênber heye.