Pêşmerge rê li ber pêşhatina artêşa Iraqê bo kêlgeheke gazê digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarekî Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand, hêzên Iraqê xwastin rêbendekê li ser riya sereke ya Qadir Kerem – Xurmatû deynin, lê Pêşmerge rê neda wan.
Fermandarê Hêza Pêşmerge li bajarê Qadir Kerem Mihemed Çewrê ji K24ê re ragihand, “Hêzeke artêşa Iraqê hat ser riya sereke ya Qadir Kerem – Xurmatû û xwat li nêzîkî hêzên me rêbendekê deynin, lê Pêşmerge rê neda wan û ji wan pirsî ku ji bo çi hatine wî cihî.”
Wî fermandarê Pêşmege got jî: “Hêza Iraqî di bersivê de got: Ew dixwazin rêbendekî deynin, lê Pêşmerge ew yek red kir û ew agahdar kirin ku nabe ti rêbendan li nêzîkî hêzên wan deynin.”
Fermandeyê Pêşmerge amaje bi wê yekê kir ku hêzên artêşa Iraqê neçar mane vekişin.
Ev di demekê de ye kêlgeha gazê ya Kormorê ya li herêma Qadir Kerem di demên dawî de gelek caran rastî êrîşên mûşekî hat. Tiliyên tometê jî bo grûpên deryasayî yên ecîndeyên derveyî pêk tînin, tên dirêjkirin.