Li Efrînê 6 kesên din ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên Çekdarên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 6 kesên sivîl ji gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Feyleq El-Şamê roja 27ê Hezîranê bi ser gundê Basûfanê yê li navçeya Şêrewa de girt û hejmarek kes revandin, lê piştre hemû berdan û tenê çarenivîsa Cuma Omer Osman nayê zanîn.

Diyar kir jî, grûpa Feyleq El-Şamê roja 29 Hezîranê 2 welatî (Sîdo Reşad Elî û Mesûd Izdîn Birîmo) ji gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa revandin û heta niha çarenivîsa wan jî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 26ê Hezîranê li nahiya Raco kesekî bi navê Mislim Mihemed Elo revand û bir baregeha xwe li nava Raco û ti zanyarî li ser rewşa wî nayin zanîn.

Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê yekê dike, piraniya kesên ku tên revandin, bi tometa ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser yan YPGê re hebûn, tên tomatbarkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, grûpeke çekdar dest danî ser dora hezar seriyên pezê gundê Kîmarê, lê piştî ku jinên gund li pêş baregeha wê grûpê kom bûn û nerazîbûn nîşan da, wê grûpê daxwaza 400 Dolar li hember berdana pez kir.

Ji aliyekî din ve jêderekî ji K24ê re ragihand, grûpa Polîsa leşkerî roja 29ê Hezîranê 2 welatî (Mistefa Murad Zîbar û Idrîs Mihemed Biko) ji gundê Memila yê navçeya Raco revandin.