Li kafêtiryayeke bajarê Silêmaniyê teqînek rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li kafêtiryayeke bajarê Silêmaniyê teqînek rû da û di encamê de 2 karmendên wê kafêtiryayê birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, bitleke gazê li kafêtirya Kestane teqiya û di encamê 2 karmendên wê kafêtiryayê birîndar bûn û 3 karmendên Berevaniya Şaristanî jî di dema kontrola agir de, tûşî bihntengiyê bûn.
Heta niha hîna sedema teqîna gazê û qebareya ziyana madî ne diyar e.