Mesrûr Barzanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan tekezî li rûbirûbûna terorê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Tîrmeha 2022an pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Karl Harris kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawiyê yên şerê terorê û guhartinên rewşa Iraq û Sûriyê hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya pêşxistina hevahengiya ewlehiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hat kirin, ji bo rûbirûbûna gefên teroristan û aramiya rewşa Iraqê.

Çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û giringiya berdewamiya piştevaniya hêzên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re, mijareke din a guftûgoyan bû.