DGF’ê rapora binpêkirinên li hember rojnamevenan yên meha Hezîranê ragihand
Diyarbekir (K24) – Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirinên meha Hezîranê ku li hember rojnamevanan hatine kirin, ragihand.
Di raporê de hatiye ragihandin ku di meha Hezîrna 20222’an de 39 rojnamevan bi muameleyên xirab re rûkal mane. 35 rojnamevan hatine asteng kirin, 35 rojnamevan hatine desteserkirin û li malên 25 rojnamevanan serdegirtin hatine kirin.
Di raporê de rexne li zagona Sansorê ku hatibû derxistin jî tê kirin û bal tê kişandin ku piştî derketina destûra Sansorê; malperên Vois of Amerîka (Dengê Amerîka) û Deutsche Welle (DW)yên bi Tirkî ji aliyê 1. Dadgeha Sûlhê ya Enqerê ve hatine girtin.
Di raoprê de, pêkutî, desteserkirin, girtin û êrişên ku li rojnamevanan tên kirin hatine şermezarkirin û bal tê kişandin ku rojnamevanî ne tawan e û nabe karê rojnamevanî wek tawan bê dîtin.