Leşkerekî Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser sînorê Herêma Kurdistanê leşkerekî Artêşa Tirkiyeyê hate kuştin.

Wezareta Berevaniyê yê Tirkiyê da xuyakirin, li herêma operasyona Pence-Kilît ya Başûrê Kurdistanê li devera Zapê endamên PKKê êrişî hêzên Artêşa Tirkiyê kirin.

Da zanîn, di encamê şer û penvçûnan de leşkerekî Artêşa Tirkiyê hatiye kuştin.

Ev yek di demekê de ye, pêr 2ê Hezîranê Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman ji K24ê re got, baregeheke artêşa Tirkiyê yê nêzîkî gundê Latka yê li Şêladizê ji aliyê PKKê ve hat topbarankirin.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zab û Avşîn û Basiyan ên Başûrê Kurdistanê li dijî PKKya dest bi operasyona “Pence-Kilit” kiribû.

Fly Erbil Advertisment