Li Silêmaniyê polîsan dest danîn ser hejmarek çek û teqemeniyan
Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, hêzên wan dest danîne ser hejmarek çek û teqemeniyên li nav malekê.
Hewlêr (K24) – Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, hêzên wan dest danîne ser hejmarek çek û teqemeniyên li nav malekê.
Li gor daxuyaniya Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê, piştî ku bûyereke teqekirinê li sînorê Baregeha Polîsê ya Kurdsatê rûda, welatekî gilî kir û hêzên polîs dest bi lêkolînê kirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku dadwer fermana pişkinîna malekê daye û hêzên ewlehiyê ketine wê malê û dest danîne ser hejmarek çekan.