Li Brîtanyayê du wezîran dest ji kar berdan
Du wezîrên Brîtanyayê îro sêşemê ji bo ku bertekên xwe li dijî Serokwezîr Boris Johnson nîşan bidin, îstîfaya xwe ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Du wezîrên Brîtanyayê îro sêşemê ji bo ku bertekên xwe li dijî Serokwezîr Boris Johnson nîşan bidin, îstîfaya xwe ragihandin.
Wezîrê Darayî Rishî Sunak û Wezîrê Tendirustiyê Sajid Javid dan zanîn ku wan dest ji kar berdane.
Ji Partîya Konservatîf Chris Pincher, ku li parlamentoyê rêvebirê komê bû, piştî nûçeyên di rojnameya The Sun de, ku ser destdirêjîya seksî bûn, destjikarberdana xwe ragihandibû.
Johnson, bi erkdarkirina Pincher tê tawanbarkirin ku hin karbidestên Brîtanî dibêjin wî hay ji wan îdîayan hebûye.
Ofîsa Serokwezîriyê diyar kiriye ku haya wan ji îdîayên ser tacîzê tune ye.
Serokwezîrê Brîtanya Johnson îro da zanîn ku sê salên berê tawanbarkirineke wisa gêhiştiye ber destê wî.
Johnson diyar kir ku ew ser biryara erkdarkirina Pincher pir poşman bûye, lê wezîran îstîfaya xwe ragihandin.