Pasewanên Sînor çend xalan serbazî li ser sînorê Îran û Tirkiyê datînin

Pasewanên Sînor çend xalan serbazî li deverên Hacî Omeran û Mêrgesorê danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Pasewanên Sînor yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve, bi armanca rêgirtin li grûpên neyasayî û qaçaxiyan, çend xal li ser sînorê bi Îran û Tirkiyê re danîn.

Peyamnêrê K24ê li da zanîn, hêzên Hêzên Pasewanên Sînor yên ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ve ku parastina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji erkê wê ye, du xalên serbazî li deverên Hacî Omeran, Kudu û Berdonaz ku di Îranê re hevsînor in danîn, bi armanca rê li ber grûpên neyasayî û qaçaxçiyan bigirin.

Got jî: Hêzên Pasewanên Sînor çend xal li devera Mêrgesorê û nahiya Şêrwan Mezin ku bi Tirkiyê re hevsînor in danîn.”

Peyamnêrê me destnîşan kir jî: “Ev xalên serbazî ji bilî ku dê rê li ber grûpên neyasayî û qaçaxçiyan bigire, dê rê li pêş bombebaran û topbarana welatên cîran jî bigire.”

Fly Erbil Advertisment