Li Edeneyê 4 kes bi tometa endamtiya PKKê hatin zîndankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Edeneyê ji 37 kesên ku deh roj berê hatibûn binçavkirin, 4 kes bi tometa endamtiya PKKê hatin zîndankirin.

Bi fermana Serdozgeriya Edeneyê, roja 27’ê Hezîranê di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Huner û Kulturê ya Binewşê de, li bajarên Diyarbekir, Wan, Mêrdîn û Mêrsîn û Edeneyê operasyon hatin encamdan.

Piştî lêpirsînên deh rojan, 9 kes ji hêla dozgeriyê ve û 24 kes jî li dadgehê bi kontrola dadî hatin berdan. Her wiha 4 kes jî bi tometa endamtiya PKKê hatin zîndankirin.