Li dijî Serokwezîrê berê yê Japonyayê êrîşa çekdarî
Serokwezîrê berê yê Japonyayê rastî êrîşeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû, li gor zanyariyên destpêkê, rewşa wî ya tendirustiyê nebaş e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Japonyayê rastî êrîşeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû, li gor zanyariyên destpêkê, rewşa wî ya tendirustiyê nebaş e.
Ajansa AFP ragihand, Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe di dema birêveçûna helmeta hilbijartinan de rastî êrîşeke çekdarî hat û bi giranî hat birîndarkirin.
Li gor zanyariyên ajansê, kesê ku êrîşî Shinzo Abe kir, hatiye desteserkirin, li gor agahiyên destpêkê, dil û mejiyê Abe piştî êrîşê rawestiyaye, lê bi fermî mirina wî nehatiye ragihandin.