Parlamentoya Almanyayê tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan weke jenosîd nas kir
Endamê Parlamentoya Almanyayê Max Lucks diyar kir ku armanca wan dabînkirina jiyaneke bextewar e ji bo Êzidiyan.

Hewlêr (K24) - Parlementoya Almanya tawanên çekdarên DAIŞê yên di sala 2014an de li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd nas kir.
Endamê Parlamentoya Almanyayê Max Lucks ji ajansa France Press re ragihandiye, parlamentoya Almanyayê bi piraniya dengan tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî weke jenosîd nas kir.
Max Lucks destnîşan kiriye, ev pêngaveke baş e ji bo nehîştina êş û janên wan. Lucks daye xuyakirin, armanca wan dabînkirina jiyaneke bextewar e ji bo Êzidiyan.
Par jî dadgeheke Almanyayê çend terorîstên DAIŞê bi encamdana jenosîdê li dijî Êzidiyan tawanbar kiribû û sizayê girtina heta hetayî bi ser wan de sepandibû.
Terorîstên DAIŞê havîna sala 2014 bi awayekî hovane êrişî devera Şingalê kirin. Bi sedan Êzidî komkujî kirin, bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, bi sed hezaran jî derbider û aware bûn.