Li ber girtîgeha Rihayê kesek hat kuştin

Riha
Riha

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ber deriyê girtîgeha bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê kesek di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Îro li ber deriyê girtîgeha Rihayê, kesekî bi navê Mihyedîn B, ku ji bo dîtina girtiyekî xwe çûbû wê derê, rastî êrîşa çekdarî hat û hat kuştin.

Heta niha nayê zanîn ew kesê han ji aliyê kê ve û çima hatiye kuştin.

Hat ragihandin ku termê wî bo morga nexweşiya bajarê Diyarbekirê hatiye rakirin.