Demirtaş: Piştî hilbijartinê dê partiyek bi navê AK Partî nemîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, li gor hemû rapirsiyên dawî, AK Partî hilbijartinên serokomarî û yên parlamentoyê winda dike û eger wiha be, piştî hilbijartinê dê partiyek bi navê AK Partî nemîne.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ji zîndana Edîrneyê gotarek ji rojnameyeke Tirkiyê re nivîsand û got, piştî hilbijartinê, patiyek bi navê AK Partî namîne.

Demîrtaş got, AK Partî êdî ne partiyeke dozê ye, ewên baweriya wan bi dozê hebûn ji zû ve derketine û ewên mane jî, baweriya wan bi doz û îdeolojiyê nîne, ew tenê ji bo berjewendiyên xwe dimînin.

Da zanîn, AK Partî niha derfetên dewletê ji bo endam û rêveberên xwe belav dike, ji ber vê jî, dema desthilat ji dest biçe.

Demirtaş got: “Ma hûn difikirin ku ewên ku di partiyek li ser bingeha kirê, qezenc, gendelî an diziyê de dimînin, dema ku fêm bikin ku dê winda bibin dê li wir bimînin?”

 

Fly Erbil Advertisment