Li Ukraynayê di êrîşeke Rûsyayê de 23 kes hatin kuştin
Volodimir Zelensky vê êrîşê weke êrîşeke terorîstî bi nav dike.
Hewlêr (K24) – Li bajarê Vinnitsya yê Ukraynayê di êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê de 23 kesên sivîl bûne qurbanî. Volodimir Zelensky vê êrîşê weke êrîşeke terorîstî bi nav dike.
Ajansa AFPê ragihand, di êrîşeke mûşekî ya Rûsyayê de, du mûşek li navenda bajarê Vinnitsya yê Ukraynayê ketine xwarê û di encamê de 23 kesên sivîl canê xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes zarok in.
Li ser vê mijarê, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand: “Ez di wê baweriyê de me ku divê Dadgeha Tawanên Navdewletî vê êrîşa Rûsyayê weke jenosîd, tawana şer û li dijî mirovahiyê nas bike.”
Li gor zanyariyên AFPê, êrîşên mûşekî yên Rûsyayê bo ser navçeyên niştecîbûnê yên Ukraynayê berdewam in û her roj xelkê sivîl dibin qurbanî.
Zelensky diyar kir: “Desthilat û saziyên dadwerî nikarin aliyên tawanbar bînin dadgehê.”
Herwiha dibêje: “Divê dadgeh dilniyayî bide û bi awayekî dadperwer encamderên vê karesata mirovî ceza bike, ev kiryareke terorîstî ye, piştî şerê cîhanê yê duyem, ev şerê herî mezin e li Ewropayê.”